Gazin û Hêvîyên Me!

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Pîroz be!

Zimanê me Hebûna Me ye!

Zimanê me Rumeta Me ye!

Zimanê me Welatê Me ye!

Zimanê me Nasnameya Me ye!

Gazin û Hêvîyên Me
Îro 21ê Sibatê ye ku Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye. Ev roj, hemî milet bi zimanê xwe şad dibin û ev rojê pîroz dikin. Ev roj rojeke pîroz e wekî zimanan… Em dixwazin îro hin gazinên dilnerm bikin bo ku êdî Miletê Kurd li hemberî asîmîlasyon û tunekirina Çand û Zimanê Kurdî rabin û hişyarîya neteweyî rahilin. Hêç milet zarokên xwe bi zimanê xelkê mezin nakin, divê Miletê Kurd jî êdî ev rastîyê bibîne û hişyar bibe. Wek Bedîuzzeman gotiye “… Ey Kurdên qehreman, bese ku tu razayî, êdî sibe ye, rabe!” Em dizanin ku her milet yek deman dikeve tengayîya civakî. Her wiha Miletê Kurd jî ev demê ketîye tengayîya nezanebûna zimanê xwe. Ji ber ku nifşa nû êdî nikarîye zimanê xwe baş biaxivîye. Ger ku em li hemberî ev rewşê tevnegerin dê Zimanê Kurdî bê guman bêhêz bibe. Ger Zimanê Kurdî neyê axivîn emê di merzelên xwe de tenê bimînin. Mirina mutlaq jî ev e. Em bawer in ku hêç milet qasî miletê Kurd jana zimên nekişandîye. Ziman ewqas çandeke muhîm e ku bê ziman mirov nikare mirovatîya xwe raber bike. Hin kalik/pîrik û torin ji hevdu fehm nakin û wekî du nenas û xerîban li hemberî hevdu dimînin. Tiştê anormal ev e ku mirov zimanê xelkê tercîhe zimanê xwe bike. Rewşeke ecêb e ku miletê Kurd tê de dije. Ev rewş êdî nayê rahildin û dewama ev rewşê jî metirsî û felaket e. Her çiqas sînor ketibin navbera Miletê Kurd jî Zimanê Kurdî ev sînoran ji navbera me radike. Divê bê zanîn ku ziman çiqas muhîm û hewce ye. Erê Kurd di navbera çar pênc dewletan de par parî bû ne û di hindorê her dewletê de jî bêpar ma ne lê Xwedê aqil û xîret daye mirovan. Em kînga bixwazin dikarin ev rewşê vaca bikin, bes ku em bixwazin.
Xwezî bi ew rojan ku li welatê Kurdan keworkên serbestîyê bifirin, zarok şên û şad bi zimanê xwe li kolanên welêt bilîzin, em jî bibînin. Xwezî bi ew rojan ku Kurd şevekê bê diljan û endîşe razên.