Em bi wek Dil-Kurdê di destpêka pêvajoyê dersên hilbijêrî ya 2024 û 2025an de ku di 30yê Çileya Paşîn dest pê kiribû û 12 Sibatê qedîya, bi awayekî çalak xebitîn. Me ev xebat bi sendîka, saziyên pîşeyî, mamosteyên kurdî û kesên serbixwe re bi awayekî koordîne bi rê ve bir. Di dema pêvajoya dersên hilbijêrî de arîşeyên em şahidê wan bûn tespîtên xwe ji raya giştî re parve dikin. Pirsgirêkên ku me di pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî de dîtin û tespît kirin, em bi raya giştî re parve dikin. Astengî û kêmasiyên pêkanîna bi taybetî dersa kurdî ya hilbijêrî û hemû dersên hilbijêrî giştî ev in:
- Navlêkirina Çewt: Dersa kurdî ya hilbijêrî ne bi navê xwe bi navê Zarava û Zimanên Zindî di formên fermî de cih digire. Ev rewş dibe sedema nenaskirin û zanîna dersê û ji bo hilbijartina dersê jî astengîyan derdixe meydanê.
- Sinifandina Çewt: Ev koma dersên hilbijêrî ku dersa kurdî têde, gelek ders hene piraniya wan jî dersên zanistê ne. Ji ber ku hejmara dersên ku di vê komê de bên hilbijartin bi sînor in û dersa kurdî jî bi wan re bê peywende ev jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî.
- Înîsiyatîfa Çewt : Dersa hilbijêrî ya kurdî di karîgerîyê de bi tevahî ji însiyatîfa rêvebirên dibistanan re hatiye hiştin. Guman û niyeta rêveberan a li dijî kurdî, astastengîyeke mezin derdixe pêşîya dersa kurdî.
- Tunebûna Hişmendiya Neteweyî: Kêmbûna hişmendîya zimên a malbatan dibe sedema ne şopandina pêvajoya dersên hilbijêrî. Ji ber ku rêveberîyên dibistanan û Wezareta Perwerdehîyê derheqê pêvajoya dersên hilbijêrî de ji bo agahdarkirin û hişyarîyê tu danasîn nake û ji bo tu amûrên ragihandinê bi kar nayne. Ev jî dibe sedema nezanîna pêvajoya dersên hilbijêrî jî alîyê malbatan.
- Arastekirina Çewt: Rêvebirên dibistanan bi hinceta “di dibistana me de mamosteyê kurdî tune ye “ xwendekaran arasteyî dersên bilî kurdî dikin. Arastekirina çewt a bi vî awayî him dibe sedema îstismarkirina peywirê him jî dibe sedema hilnebijartina dersa kurdî .
- Agahdarkirina Çewt: Hin dibistan dema malbat ji bo dersên kurdî serî lê dixin bi armanceke nebaş dibêjin “Dersa kurdî tune ye û kurdî qedexe ye” Bi vî awayî dersa kurdî li dibistanan tê asteng kirin.
- Sekna Polîtîk a çewt: Herwiha partîyên sîyasî û aktorên polîtîk dersa kurdî ya hilbijêrî wek pirgirêkeke îdeolojîk dibînin. Herwiha dersên kurdî mafek e ku Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî dide hemû welatiyan û ev maf bi qanûnan tê parastin. Bicihanîna vî mafî mijareke li ser rêzikname û îdeolojiyên partiyên siyasî de ye.
- Têrnekirina Demê: Dema pêvajoya dersên hilbijêrî pir kurt e û ev wext dereng tê diyar kirin an jî wextê vê nedîyar e ji ber vê xebata ji bo dersên kurdî tê kirin dişkîne û asteng dike.
- Perwerdehîya Kêm û Netêr: Dersa kurdî ya hilbijêrî tenê di dibistanên navîn de tê dayîn û ev ders di lîseyan de nayê dayîn ev jî dibe sedema qutbûna û têkçûna pêvajoya dersên kurdî. Li gor qanûnên neteweyî û navneteweyî ev sûc e li gor qanûnên navneteweyî pêwîst e ev astengîyên pêşîya kurdî werin rakirin.
- Kêmbûna Hejmara Dersan: Di hin dibistanan de hêjmara dersên kurdî kêm in û li gor rêziknameyê saetên dersanguherandine.ji ber vê mamoste wek zêdeyî norm tên nîşandin û mamoste jî ji ber ve rewşê neçar dimînin û beşên xwe diguherînin. Heya niha jî ber van astengîyan 45 mamoste beşa xwe guherandine. Ev rewş mamostetîya kurdî bênirx û bêmuteber dike. Pêwîst e ev rêziknameyê ji bo dersa kurdî neyê tetbîq kirin.