Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî ragihand ku dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezaretê, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve 10 kota ji bo kurdî hatiye veqetandin ku ji van 6 kurmancî û 4 jî zazakî ne. Em vê rast û heqanî nabînin.
Sedema kêmtayînkirina mamosteyên kurdî ev e ku di pêvajoya dersên hilbijêrî de derxistina dijwarî û astengîyan e. Di pêvajoya dersên hilbijêrî de rayedaran ne ji bo hilbijartina kurdî, ji bo nehilbijartina kurdî ji tevdigerîya. Ji ber van prosedûrên navborî û pirsgirêkên teknîkî, pêwîstiya mamosteyên kurdî ji ya rastî pir kêmtir hatiye nîşandan.
Daxwazên me yên rewa hene ji bo zêdekirina tayînkirina mamosteyên kurdî û rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartina dersên kurdî yên hilbijêrî . Em dixwazin ku rapora me ya di destpêka 2024an de me amade kiribû û pêşkêşî raya giştî kiribû , ji deh xalan pêk tê, li ber çavan bigirin. Divê bilez li her dibistanekî mamosteyekî kurdî were tayînkirin, da ku 20 milyonan zêdetir welatiyên Kurd ên li Komara Tirkiyê de dijîn û hemwelatiyên Komara Tirkiyê yên ku dixwazin dersên Kurdî bibînin. Ji bo ku dersên kurdî û zimanên din ên bi statuya Ziman û Zaravayê Zindî ji dersên hilbijartî bên derxistin û di kategoriya dersên mecbûrî de bên kategorîze kirin, ji bo vê gavên fermî bên avêtin.
Di pêvajoya dersên hilbijêrî yên di sala 2023 û 2024an de em rastî astengî û alozîyan ve hatin ji ber vê gelê me ji ber van astengîyan ji vê derfetê sûd negirt. Ji bo telafîkirina vê neheqiyê em dixwazin di meha îlonê de pêvajoya dersa hilbijêrî dîsa bê destpêkirin. Ji bo astengiyên li pêşiya dersên kurdî bên rakirin dixwazîya me ev e ku akademîsyenên zanîngehan yên beşa Kurdolojîye û saziyên civakî yên sivîl xebateke hevpar bikin.
Em ji hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, komên pîşeyî û ji 81 milyon welatiyên Tirkiyeyê piştgiriyê dixwazin.