JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTΠ​​RE

Weke HEZKURD’ê me biryar da ku di vê rêya pîroz a ku di 15’ê Cotmeha 2020’an de ji bo xizmeta zimanê xwe yê Kurdî daye destpêkirin, di bin navê Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî / DILKURD de bi yekîtiyeke berfireh û profesyonel têkoşîna xwe bidomînin.
Komeleya Dildarên Kurd, sazî û komeleyeke civakî ya sivîl, rewa, çandî û komeleya dildaran e. Armanca wê ya sereke; zimanê kurdî garantîya makezagonîya bingehîn de zimanê kurdî bê naskirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî .Li ser van mijaran hemû sazî, hunermend û derdorên neteweyî û navneteweyî, mafên mirovan.
ji rayadarên herêmê û welatê me, ji karbidestên olî, ji sempatîzan û siyasetmedarên me.
Em hêvîya piştgirî û hevgirtinê dikin. “Em dixwazin bê zanîn ku em bi hişmendî û baweriyê tevdigerin ku pêkanîna daxwazên me wê bibe sedema aştiyeke kûr û hewaya aştiyê di civakê de.”

1) Lijneya şêwirmendiya bilind (Yüksek istişare kurulu)

2) Lijneya Hiqûq û Dîplomasiyê (Hukuk ve diplomasi kurulu)

3) Lijneya Perwerdeyê (Eğitim kurulu)

4) Lijneya çand û hunerê (Kültür ve sanat kurulu)

5) Lijneya Jinan (Kadın kurulu)

6) Lijneya ciwanan (gençlik kurulu)

(Em ê di hefteyên pêş de endamên desteyên xwe bi raya giştî re parve bikin.)

Endamên me yên rêvebiriyê ya DILKURD ê

Fevzi BULGAN, Makbule SERÇE, VELİ ÇELİK, Aysel ESENLİ, Kurtuluş BAŞTİMUR, Canan YILDIRIM, Leyla SIDIK, Ramazan TAŞDEMİR, Sibel, NARAL, Arife DÜNDAR, Ahmet ÖZGÜVEN, Sabri AKGÖNÜL, Mehmet Sait ÖZTÜRK, Mehmet Nuri ÇİFTÇİ, Doğan TENDİK, Selman SONER, Nevzat YEŞİLBAĞDAN, Adem OK

Zimanê me hebûna me ye!
Zimanê me welatê me ye!
Zimanê me rûmeta me ye!